Îngîltere: “Hilbijartin bo Iraqê gelkî girînge”
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îngîltere Dominic Raab seredana Bexdayê kir û bi wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn re hevdîtin kir. Di pey hevdîtina bi Huseyîn re Raab seredana serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî kir.
Li wezareta karên derve her dû wezîr civîneka çapemeniyê li darxistin. Fûad Huseyîn got ku Iraq û Îngîltere li ser mijarên duqolî yên di asta stratejîk de axifîne û weha got:
“Têkiliyên Iraq-Îngîlterê li ser rêzgirtina duqolî ava bûne. Îngîltere di avakirina Iraqê de rolên girîng digre aliyê xwe. Me bi Raab re behsa desteka navdewletî ya bo hilbijartina di 10 ê cotmehê de şiroveyan kir. Bo di hilbijartinan de di navbera siyasetmedar û hemwelatiyan de karibe pireka baweriyê çêbibe, me xwest ku çavdêrên navdewletî werin welatê me.”
Wezîrê karên derve yê Îngîltere Raab jî ragihand ku ew ji seredana Iraqê raziye û bi hemkarê xwe yê Iraqê re hevdîtinekî erênî kirine.
Raab, ragihand ku ew bo pêçdebirina têkiliyên dualî dixebitin û li ser hilbijartina Iraqê jî weha got:
“Hilbijartin bo Iraqê gelkî girînge.”
Raab, piştî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Iraqê bi Dr. Fûad Huseyîn re, bi serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re hevdîtin kir. Li gor ragihandina nivîsîngeha serokwezîrtiyê ya nivîskî hat gotin ku dê Îngîltere di şerê li dijî IŞİD ê de destekê bide Iraqê û li ser mijarên veberhênan, darayî, çandî û tenduristiyê, bo Îngîltere alîkariya Iraqê bike, axifîne.