Cîhan
Îngîltere nehistiye ambargoya sîlihan deynin ser Tirkiyê
PeyamaKurd- Li gor rojnameya The Independentê hukumeta Îngîltere îuro li Burukselê di civîna Konseya Karên Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê de, nehiştiye ku YE yê ambargoya sîlihan deyne ser Tirkiyê. Îngîltere di mijarê de rê li ber welatên din yên Ewrûpayê girtiye.
Li gor ragihandina çapemeniya Îngîlterê ku di nava hêzên koalîsyona li dijî DEAŞ ê ye û jimara leşkerên wan yê di nav de nayê zanîn, xwe amade dike da leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne. Di vê biryara Îngîltere de bandora birayara Amerîkayê heye ku 1000 leşkerên xwe ji herêmê vekişand. Brîtanya jimara leşkerên xwe vedişêre.
Hukumeta Îngîltere berê operasyona Tirkiyê bi gotinên “îstîlayê” û “yekalî” binav kiribû.