Îran Çîn û Rûsyayê li dijî Amerîkayê bikarbîne
Serokê Komîsyona Asayîşê û Siyaseta derve ya Meclisa Îranê Alaaddîn Burucerdî ragihand:
"Îran siyaseta êrîşker li dijî Îranê kiriye armanca xwe. Divê li hemberê vê siyasetê em jî nêrînên xwe yên di derbarê Çîn û Rûsya de xurt bikin.
Burucerdî ji ajansa xwendevanên Îranî ya bi navê ISNA yê re axifî û li ser guhertinên di rêvebiriya serokê Amerîkayê Donald Trump axifî û şiroveyan kir. Burucerdî ragihand ku tayînkirina şîretkarê Amerîka yê nû John Bolton nîşana ku wê Amerîka li dijî Tehranê siyaseteka êrîşkar bimeşîne nişan da û got:
“Divê em li hemberê Amerîkayê berê xwe bidin rojhilatê bi taybetî Çîn û Rûsyayê. Her dû dewlet jî di hedefa dorpêça Amerîka de ne, pirsgirêkên ciddî di navbera wan de hene û divê em têkiliyên xwe bi wan re xurt bikin. Her dû dewlet jî endamên daîmî yên konseya asayîşa Neteweyên Hevgirtî ne. Em dikarin bi wan rê li ber Amerîkayê bigrin.”
Amerîka dixwaze peymana nukleerî ya navbera xwe û Îranê biloşîne. Bi Çînê re pirsgirêka mijara zêdekirina bêşan, Kore û bi Rûsya re mijarên dorpêçan hene.