Cîhan
Îran: Em bi pêla duyem ya Korona re rûbirû man
PeyamaKurd - Li gor Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Saîd Nemekî dîyar kir, li Îranê pêla duyem a Koronayê dest pê kiriye.
Nemekî ragihand, ji ber piraniya gel guh nedaye hişyariyên wan, vîrus belav bûye.
Herwiha Namekî got, ‘’Me bi vîrusa Korona gulaş girt, lê dibe ku di deqîqeyên dawî de derbe li me kevin.’’
Di 24 saetên dawî de li Îranê 200 kes bi vîrusa Korona can dane û ev hejmara rojane ya herî bilind e heta niha.
Vîrusa korona li Îranê di 19’ê Sibatê de hatibû tespît kirin.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hokinsê, li Îranê ji 245,000 kesan zêdetir bi vîrusa Korona ketine û 11,931 kesan jî bi wê can dane.