TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Em ê çêkirina fuzeyan dewam bikin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 06 gulan 2018 20:22

PeyamaKurd- Serokê komara Îranê Hesen Rûhanî got ku ew hilberîna fizeyan ji aliyê welatê wî de nakin mijara muzakereyê û eger Amerîka ji peymanê vegere wê poşman bibe. Rûhanî got: “Bi qederê pêdiviya xwe em ê fuzeyan çêbikin û bidin ser hev.”

Serokê Îranê Rûhanî li bajarê Sebziwarê di dema bang li xelkê dikir, di mijara fuzeyan de gelek tiştan got. Rûhanî axaftina xwe weha dewam kir:

“Em li ser sîlihên xwe yên parastinê bi ti kesî re bazarê nakir. Em ê bi qederê pêdiviya xwe fuzeyan çêbikin û depo bikin an ku deynin ser hev. Amerîka 40 sale biryarên şaş dide. Eger ji peyamana nukleerî vekişe, wê poşman bibe. Em dixwazin bi dinyayê re pêwendiyan deynin. Em li bendêne ku roja şemiyê serokê Amerîkayê Trump biryara xwe bide. Li gor biryara Trump em jî amade ne ku tevgera xwe deynin.”

Di van rojan de, di navbera welatên 5+1 (Amerîka, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanya) de têkiliyên dîplomatîk yên xurt çêdibin. Trump dixwaze hinek xalan li peymana 2015an zêde bike. Xalên weka rawestandina fuzeyan ji aliyê Îranê ve û vekişandina leşkerên Îranê ji herêmê. Lê Îran naxwaze xwe bide ber bazarê.

Di destê Îranê de fuze hene ku dikarin serikên kîmyewî, nukleerî û biyolojîk hilgirin û bi wan li gelek deverên Awrûpayê, Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê bixin. Ev şiyanên Îranê di serî de welatên weka Îsraîl û hinek dewletên li herêmê ji xwe re weka tehdîd dibînin.

Rêvebiriya Îranê 30 sale ji Rûsya û Koreyê destekê digre û fuzeyên ku menzîla wan di navbera 300 km û 3 hezar km yan de ne, ji xwe re çêkiriye.

Parve bike: