TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Em muzakereya peymanê nakin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 03 gulan 2018 22:05

PeyamaKurd- Wezîrê karê derve yê Îranê Cewad Zarîfî ragihand ku ew daxwaza Amerîkayê ya guhertina peymana 2015an ya nukleerî ku ji aliyê 6 dewletên mezin de hatibû îmzekirin ji nû de muzakere nakin.

Trump dixwaze ku berya 12 ê gulanê peymanê biguhêrin. Li ser gotinên Trump, Zarîf di ser hesabê xwe yê civakî de weha got: “Îran wê peymana ku bi salan berê li serê li hevkirine û niha tê bicîhanîn, ji nû de muzakere nake.”

Zarîf ragihand ku Amerîka dixwaze bi rêya welatên Awrûpayê peymanê xera bike û weha dewam kir: “ Ez vêya aşkera û zelal bêjim em ewlekariya xwe teslîmê ti kesî nakin û peymana ku em bicîh tînin, ji nû de muzakere nakin. Em nahêlin tiştên din jî lê zêde bibin.”

Parve bike: