TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Ji ber alîkariya Amerîka ISID hêjî tehdîd e

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 25 sibat 2018 01:41

Wezîrê karê derve yê Îranê li Zankoya Tehranê axifî û got ku Amerîka İŞİDê derxist derveyê bajarên Sûriyê û ev kiryar derbê li pêvajoya têkoşîna li dijî terorê xist.

Wezîrê Îranê ragihand ku İŞİD ne tenê bi şerên leşkerî ji ortê radibe lê pêwiste desteka wan ya leşkerî û aborî bê birîn da têk here. Wezîr weha dewam kir:

“Piraniya welatên rojavayî difikirin ku İŞİD qediyaye. Lê şertên ku İŞİDê afirandine, hêjî li herêmê hene. Sedema derketina İŞİDê ew e ku Amerîka mudaxeleyê Iraqê kir û Îsraîlî li dijî mirovên Fîlîstînê şer kirin. İŞİD meyweyên ev her dû bûyerane.”

Parve bike: