Cîhan
Îran | Li bajarê Kerecê 10 kes hatin îdam kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Kerec ê Eyaleta Elbûrz a Îrdanê, roja 29ê Hezîranê 10 girtî hatine îdamkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) 10 girtiyên li girtîgeha Recaî ya bajarê Kerecê 29ê Hezîranê hatine darvekirin.
Hat diyarkirin ku 8 ji wan kesên hatine darvekirin bi kuştine kesan û 2 kes jî bi destwerdana zayendî hatibûn sizadan.
Derbarê îdaman de ji aliyê berpirsên Îranê ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn. Li gorî amarên Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî di îdaman de Îran piştî welatê Çînê tê ku di sala 2021ê de 314 kes hatine îdamkirin.