Îran pêsniyara civîna ne fermî bi Amerîka re red dike
PeyamaKurd – Îran, pêşniyara Yekîtiya Ewropayê ya li ser encamdana civîneke ne fermî li gel Amerîka, red dike, herwiha Amerîka jî dide zanîn, bersiva Îranê bo wê pêşniyarê ew bê hêvî kirin.
Li gor Berdevka Koşka Spî Jen Psaki diyar kir, herçend bersiva Îranê ew bê hêvî kirin jî, ji bo vegereke baş bo nava Rêkeftina Atomî, ew amade ne gavên dîplomatîk ên berhemdar bavêjin.
Jen Psaki destnîşan dike, Washington li gel hevbeşên xwe û 4 endamên daîmî yên Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekgirtî, ku Çîn, Fransa, Rûsya, Brîtanya û Almanya gotûbêjan dike, da ku gavên herî baş biavêjin.
Îran rijd e û dibêje, divê Biden hemû cezayên ji aliyê serokê berê yê Amerîkayê li ser Îranê hatine sepandin rake.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîb Zade jî ji medyaya Îranê re eşkere kir, Îran niha civînên ne fermî li gel van welatan encam nade.