TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran û Turkmenistan 5 belgeyên hevkariyê îmze kirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 31 gulan 2023 03:35

PeyamaKurd – Îran û Turkmenistan di navbera xwe de 5 belgeyên hevkariyê îmze kirin. Peyman di navbera serokê Îranê Îbrahîm Reîsî û serokê Maslahata Xelkê ya Turkmenistanê Kurbankulu Berdimuhammedov de hat îmzekirin. Her 5 belge yên gihandina navdewletî ya her dû welatan, îxracata berhemên çandiniyê, enerjî, perwerde û sehayên veberhênanê de ne. Ji peymanan 2 ji wan yên hevkariyê û 3 ji wan zebtên mutabaqatê ne.

Li gor ragihandina ajansa fermî ya Îranê IRNAyê; hevdîtin li Tehranê çêbûye. Di 15ê Hezîrana 2022an de jî serokê dewleta Turkmenistanê Serdar Berdimuhammedov seredana Tehranê kiribû û her dû dewlet 9 peymanan îmze kiribûn.

Parve bike: