Cîhan
Îranê 8 kes bi îdîaya endamtiya DAISê îdam kirin
PeyamaKurd - Li Îranê 8 kes bi îdîaya endamtiya DAIŞÊ hatin îdamkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Agahdarkirinê ya Serdozgeriya Tehranê hat dayîn, 8 kes bi îdîaya endamtiya DAIŞê ku par êrîşî meclis û tirbeya pêşîkêşê şoreşê Xumeynî kiribûn hatin îdamkirin.
Mehkemeyê di meha gulanê şikbar darizandibûn û biryara îdamê dabû.
Li Tehrana paytexta Îranê 7ê Hezîrana sala 2017an êrîşî Meclis û tirbeya Xumeynî kiribûn.
Di êrîşan de 17 kes hatibûn kuştin.