TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê dîsa li kolberên Kurd resand: “3 birîndar!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 17 cotmeh 2018 18:56

PeyamaKurd- Êrîşên Îranê yên li dijî kolberên Kurdan dewam dikin. Duh jî leşkerên Îranê li kolberên Kurd reşandin û 3 kolber hatin birîndarkirin.

Di derbarê bûyerê de Rêxistina Mafên Mirovan ya li Îranê (Hengaw) ragihand ku duh li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Banê û Pîranşarê pasdaranê Îranê êrîşî kolberên Kurd kiriye. Di encama êrîşa pasdaran de li bajarê Banê 1 û Pîranşarê jî 2, tevde 3 kolber giran birîndar bûn.

Parve bike: