Îranê dorpêçan danî ser 4 dezge û 9 rêvebirên Îngîltere
PeyamaKurd – Îranê bi sedema ku destekê dane rêxistinên terorî, îhlala mafên mirovan kirine û li Îranê tevliheviyê kirine, gelek kesan xist nav lîsta dorpêçan. Di nav wan de, di dema kuştina fermandarê Îranî Qasim Suleymanî de, serokerkanê wê wextê yê Îngîltere General Mark Carleton-Smith jî heye.
Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Îranê; di lîstê de navenda ewlehiya sîberê, navenda danûstendinê, şîrketên medyayê yên Valeant, İran International ku navenda wê Îngîltere ye û kanalên BBC yên Farisî hene.
Di nav lîstê de endamên Kamara Awamê jî hene ku navên wan ev in:
Stuart Polak, wezîr Tom Tugendhat, Steve McCabe, Stephen Crapp, Don Mackinnon, Theresa Villirers, siyasetmedar Anthea Mcintyre û serokerkanê dewra ku Qasim Suleymanî hat kuştin General Mark Carleton-Smith hene.
Kesên navborî nikarin bikevin nav axa Îranê, wê dest deynin ser temamê mal û mulkên wan yên li Îranê û wê nikaribin bankayên Îranê bikarbînin.