TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê, Filistîn tawanbar kir!

Ruken güler
Nivîskar
📅 30 cotmeh 2023 02:30

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan diyar kir ku tu têkiliya Tehranê bi êrîşên li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Suriyeyê re tuneye

Abdullahiyan ji CNNê re axivî û got ku bi temamî şaş e ku êrîşek li dijî hedefên Amerîkayê ji aliyê her komekê li herêmê ve bê delîl bi Îranê ve were girêdan.  

Wezîr Abdullahiyan diyar kir ku gelên li erdnîgariya navborî dijîn, li hember geşedanên li Filistînê gelek hestiyar û hêrs bûne, lê belê ji Îranê ferman wernegirtine û bi biryarên xwe tevdigerin.

Emîr Abdullahiya amaje kir ku êrîşên Hemasê yên di 7ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê kirin "bi tevahî karê Filistîniyan e."

Parve bike: