TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê nameyeke hisyariyê ji Amerîkayê re sand

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 îlon 2019 23:55

PeyamaKurd – Rêveberiya Îranê bi navbeynkariya Swîsreyê nameyek ji bo Amerîkayê şand û tê de got, li hemberî êrîşekê ew dê bersivê bidin û bi cihê êrîş hatiye jî sînordar nemînin.

Piştî êrîşa ser kargeha kompaniya petrolê Saudi Aramcoyê rageşiya navbera Îranê û Amerîkayê dîsa zêde bûye û Tehranê nameyeke hişyariyê bo Amerîkayê rê kiriye.

Li gorî zanyariyan dî wê nameyê de, Îran hişyariyê dide Amerîkayê û dibêje, dê bersiva êrîşan bidin û ji cihê êrîş hatiye tenê jî sînordar nemînin.

Hat îdiakirin, ji ber kû pêwendiya dîplomatîk a Îranê bi Amerîkayê re nîn, ew name bi rêya Swîsreyê bo rayedarên Amerîkî hatiye gihandin.

Parve bike: