Iraq | Saneya Krîzan dirêjkirina qedexeyê xwest
PeyamaKurd – Şaneya Krîzan a Iraqê ji bo piştî Cejna Remezanê daxwaza dirêjkirina qedexeya derve û çûnûhatinê kir.
Di daxuyaniya şaneya krîzê de hatiye gotin, bi sedema pêşîgirtina belavbûna vîrusa kornoaya nû Covid-19 pêdivî heye ku piştî Cejna Remezanê jî qedexe were dirêjkirin.
Endamê Şaneya Krîzan Elî Lamî ragihand, “Ji ber ku hejmara pêketiyên nû yên koronayê zêde dibe, me ji hikûmetê daxwaz kir ku qedexeya berfireh a derketina derve piştî Cejna Remezanê jî were dirêjkirin.”
Lamî daye xuyakirin ku heger pêşî li haletên nû neyê girtin, wê felaketeke mezin çêbibe.
Heta niha li Iraqê 4 hezar û 469 nexweşên koronayê hatine tomarkirin ku ji wan 160 kesan can daye û 2 hezar û 738 kes jî baş bûne. Di van rojên dawî de jî hejmara haletên nû yên koronayê rojane zêde dibe.