Cîhan
Iraqê çêkirina yekem drona xwe ragihand
PeyamaKurd – Iraqê yekem drona xwe ya bê balafirvan ku wê ji bo çavdêrîkirina sînor, boriyên petrolê û bircên veguhestina elektrîkê were bikaranîn, çêkir.
Drona Iraqê ya ku bi hevkariya Eagle Global hatî çêkirin, ji aliyê Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê 1ê Hezîrana 2022an hat ragihandin.
Li gor Serokê Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê Mihemed Deracî bi daxuyaniyekê eşkere kir, armanca çêkirina wê balafirê parastina serweriya Iraqê ye û wê di paşerojê de zêdetir were pêşxistin.
Herwiha dron li kargeha desteyê hat çêkirin û li wir hat pêşandan û ji bo ceribandinê li ser Bexdayê firiya.
Mihemed Deracî destnîşan kir: “Dron wê ji bo dewriyeya sînor, boruyên neftê û bircên veguhestina elektrîkê bên bikaranîn.”