TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraqê êrîsa Hewlêrê sermezar kir: ‘Divê rêz li danûstandinên stratejîk bê girtin’

Hevi Turan
Nivîskar
📅 07 tîrmeh 2021 21:39

PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Çekdarên Iraqê Yehya Resûl êrîşa şeva borî ya ser balafirxaneya Hewlêr şermezar kir û bal kişand ser danûstandinên stratejîk ên bi Amerîkayê re berdewam dikin.

Resûl got, “Divê rêz li danûstandinên stratejîk bê girtin. Em red dikin ku erda Iraqê ji bo şer û milmilaneyê bê bikaranîn.”

Herwiha Resûl ji bo êrîşên ser baregeha Eyn Esed jî diyar kir ku bi van êrîşan hiqûqa navdewletî tê binpêkirin û got, em şermezarkirina wan wekî erka xwe dizanin.

Parve bike: