Iraqê gestên asmanî yên bo 20 welatan qedexe kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê îro 14ê Çile bi daxuyaniyekê ragihand ku geştên asmanî yên 20 welatan hatiye qedexekirin.
Hat diyarkirin ku ev biryar ji bo pêşîgirtina belavbûna cûreya nû ya vîrusa Koronayê ye hatiye wergirtin.
Rêveberiya Balafirvaniya Sivîl ya Iraqê da xuyakirin ku li gor biryarên lîjneya bilind a tenduristiyê û selametîya nîştmanî, kompaniya balafirvaniyê hatiye raspartin ku geşta hemwelatiyên Iraqê ji bo 20 welatên cîhanê rabigirin.
Welatên qedexeya geştê hatiye ragihandin ev in: Brîtanya, Nemsa, Belçîka, Danîmarka, Fînland, Fransa, Gurcistan, Almanya, Yunan, Îrlanda, Loksemburg, Slovakya, Îspanya, Berazîlya,Amerîka, Hindistan, Australya, japonya, Başûrê Afrîqa û Zambiya
Herwiha hat diyarkirin ku wê hatina geştiyarên ji wan welatan di bin çavdêriyê de û 2 hefteyan bên karantînekirin.