Iraqê, ji bo ewlehiyê cihê leskeran guhert
PeyamaKurd- Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iraqê, li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, cihê leşkerên Bexda û Kerkûkê hatine guherandin.
Di nûçeyê de tê diyarkirin ku li ser fermana hatiye dayîn, Yekîneya Hêzên Taybet a 3yemîn a li bajarokê Teciyê, ber bi Kerkûkê ve bi rê ketiye. Hat diyarkirin ku dê Yekîneya 3yemîn a ser bi Hêza 61emîn ve jî li ser fermana hatiye dayîn, ber bi Herêma Kesk ve vekişin.
Beriya niha li ser bûyerên ku li Iraqê diqewimîn, rexne hatibû kirin ku li Herêma Kesk a ku parlamento, Koşka Serokomariyê û saziyên hikûmetê lê ne, bergirên ewlehiyê kêm bûne û ev yek jî di dema xwepêşandanan de derketiye holê.
Di dema alîgirên Tevgera Sedr ku li Herêma Kesk dest bi xwepêşandanan kiribûn de hêzên ewlehiyê, di demeke kin de neçar mabûn ku xwe paşve bikişînin û ji ber vê lawaziya derketibû jî xwepêşandêr ketibûn Herêma Kesk û çalakiyên xwe dorfireh kiribûn.