Cîhan
ISÎDê êrîsî hêzên Iraqê kirin: 2 lesker hatin kustin!
PeyamaKurd- Duh bi şev çeteyên IŞÎDê li navçeya Gulalê êrîşî hêzên Iraqê kirin. Piştî êrîşê di navbera IŞÎDê û hêzên Iraqê de şer derket. Di encama şer de serbaz û polîsekî Iraqê hate kuştin û 1 jî hate birîndarkirin.
Di dawiya sala 2017an de Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî gotibû ku êdî li Iraqê IŞÎD nemaye. Hemî axa Iraqê ji IŞÎDê paqij bûye. Lêbelê piştî wê daxuyaniyê IŞÎDê li gelek deverên Iraqê organîze dibe û êrîşên mezin pêk tîne.