Cîhan
Îsraîl: Dibe êrîsa bersivdana Îranê, Îranê sas bike
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant tehdîda bersivdana Îranê dubare kir û got ku êrîşa ku dê bikin, wê bi kuştin, hassas û Îranê şaş bike.
Li gor ragihandina rojnama The Times of Israelê; Gallant di seredana xwe ya beşa girêdayê rêvebiriya îstîxbaratê de, ya yekîneya 9900an de, daxwuyaniya xwe da. Gallant got:
“Dema Îsraîlê êrîş bike, wê Îran nizanibe çi hat serê wê û çawa hat serê wê. Wê derbe bi kuştin, hassas û wan şaş bike. Temamê artêşê xwe daye ser êrîşa Îranê. Êrîşa Îranê ya hefta borî, êrîşker bû lê ji ber xetayên Îranê biser neket.”