Cîhan
Îsraîl: Ger Îran ji nav erda xwe êrîs bike em ê yekser bersivê bidin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz, li ser egera êrîşkirina ser Îsraîlê ya ji aliyê Îranê ve got, ger êrîş bikin em ê yekser Îranê bikin hedef û bersiva wan bidin.
Yisrael Katz, li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê hesabên rêberê olî yê Îranê Elî Xamaney etîket kir û got, "Ji ser erda Îranê êrîşî me bikin emê bersivê bidin, emê êrîşî Îranê bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Îsraîlê 1ê Nîsanê êrîşeke asmanî bi ser balyozxaneya Îranê ya Şamê de pêk anîbû û fermandarên pilebilind ên pasdaran jî di nav de herî kêm 16 rayedarên Îranê hatibûn kuştin. Piştî wê êrîşê Îran gefa lêdana Îsraîlê dixwe, lê heta niha êrîş nekiriye.