Cîhan
Îsraîl: Me li Sûriyê 90%ê hêz û jêrxaneya Îranê têk biriye
PeyamaKurd - Rojnameya Orşelîm Post a Îsraîlê bi zarê payebilindekî Îsraîlê ragihandiye ku artêşa Îsraîlê 90%ê jêrxaneya veguhestina cebilxaneyên ji Îranê bo Sûriyê û kargehên çêkirina çekan têk biriye.
Li gorî berpirsê Îsraîlê yê ku nexwastiye navê wî bê eşkerekirin, artêşa Îsraîlê derbeyên gelek giran li hêz û jêrxaneya rejîma Îranê ya ji bo veguhestina cebilxaneyê bo Sûriyê û çêkirina çekan dane û herwiha derbên mezin binkeyên leşkerî yên li Sûriyê xistiye.
Rojnameyê diyar kiriye ku artêşa Îsraîlê kariye 90%ê jêrxananeyên leşkerî û hewlên Îran û Hizbullaha Lubnanê ji bo damezrandina baregehên leşkerî li Sûriyê têk bibe.