Cîhan
Îsraîl: Me li Sûriyê pêngavên rast û profesyonel avêtin
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Herzî Halevî, ragihand ku wan destwerdana geşedanên dawî yên Sûriyê nekiriye û got, “Niyeta me nîne em Sûriyê birêve bibin”.
Halevî, di serdana yekîneyên Îsraîlê yên Girên Golanê de derbarê êrîşên piştî ruxîna rejîma Esed li Sûriyê agahî dan û diyar kir, “Niyeta me nîne em Sûriyeyê birêve bibin”.
Herwiha Halevî da zanîn, wan ew pêngavên rast û profesyonel ji bo ewlehiya xelkê Îsraîlê avêtine û da zanîn, "Li vir welatekî dijmin hebû û artêşa wê hilweşîya. Em ji bo rê li ber metirsiyan bigirin pêşve çûn. Wê bi saya pêngava me êdî terora tundrew nikaribe li deverên nêzî sînorê me bicih bibe.”