TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê cenazeyên 84 filîstîniyan radest kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 tebax 2024 21:45

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi rêya Xaça Sor cenazeyên 84 filîstîniyan ên di şerê Xezeyê de hatine kuştin, radestî Filîstînê kir.

Li ragihandina medyayên Filistînê, bi rêya Xaça Sor 84 cenazeyên bi rêya deriyê sînor ê Kerem Eûb Salim ê di navbera Xeza, Misir û Îsraîlê de, hatine wergirtin.

Herwiha Filistîniyan dîmenên amadekirina gorên komî li goristanekê li Xan Yusinê jî parve kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daye xuyakirin, heta niha di şerê Îsraîl û Hemasê de 39 hezar û 623 kes hatine kuştin.

Parve bike: