Cîhan
Îsraîlê daxwaza Îspanyayê red kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz, ragihand ku wan daxwaza Îspanyayê ya rakirina sînordariyên li ser konsulxaneya Îspanyayê red kiriye.
Hêjayî gotinê ye, beriya rojekê ku Îspanya bi fermî dewleta Filîstînê nas bike, Îsraîlê hin sînordarî û astengî danîbûn ser konsulxaneya Qûdsê ya Îspanyayê.
Îspanyayê îro jî daxwaz ji Îsraîlê kir ku wan sînordariyan ji ser konsulxaneyê rake.
Israel Katz, li ser medya civakî Xê ragihand, wan ew daxwaz red kiriye û wê Îsraîl li hember daxuyaniyên antîsemîtîk ên Îspanyayê bo damezrandina dewleta Filîstînê bêdeng nemîne.
Katz herwiha got ku ger binpêkirinek pêk were, ew dê bi temamî konsulxaneya Îspanyayê bigirin.