TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê deriyê navbera Sûriye-Lubnanê ruxand: 3 endamên îstixbaratê hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2024 21:29

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşa Îsraîlê ya bi ser navenda îstixbarata leşkerî ya Sûriyê de, 3 endamên îstixbaratê hatin kuştin.

Li gorî zanyariyan, balafirên şer ên Îsraîlê îro danê sibehê gundewarên li herêma Qesîr a başûrê rojavayê Humisê navenda îstîxbarata leşkerî rejîma Sûriyê hedef girt.

Di êrîşa ku nêzî deriyê Cosiye-Qaî yê di navbera Sûriye û Lubnanê de hate encamdan de, deriyê sînorî ji xizmetê derket.

Herwiha hate ragihandin ku 3 endamên îstixbarata Şamê jî di wê êrîşê de hatine kuştin.

Parve bike: