TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê li Lubnanê cihên çekên Hizbullahê bombebaran kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 14 sibat 2025 21:52

PeyamaKurd – Hate ragipandin ku Îsraîlê korîdora rûbara Leytaniyê, gundên Zubeqîn û Yatiriyê yên li başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Li gorû nûçeyên medyaya Lubnanê, balafirên şer ên Îsraîlê îro 14ê Sibatê korîdora rûbara Leytaniyê, gundên Zubeqîn û Yatiriyê yê li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

Radyoya Artêşa Îsraîlê jî eşkere kir, “Balafirên şer ên Îsraîlê cihên leşkerî yên Hizbulaha Lubnanê li başûrê Lubnanê bombebaran kirin, ku çek û cihên avêtina moşekên wan lê hebûn û wan çekan metirsiyeke rasterast li ser Îsraîlê çêkiribû.”

Hêjayî gotinê ye, 27ê Kanûna 2024an di navbera Îsraîl û Lubnanê de agirbest hatibû ragihandin ku Îsraîl ji bo Hizbullahê êrîşan rawestîne. Piştî agirbestê cara yekem e Îsraîl êrîşeke asmanî bi ser Lubnanê de pêk tîne.

 

Parve bike: