Îsraîlê operasyona bejahî ji bo tevahiya herêmê berfireh kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê operasyona bejayî ya li ser Xezeyê bo tevahiya herêmê berfireh kir û bomberanên li ser başûrê Xezayê jî zêde kirin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî ragihand: “Hêzên Parastinê yên Îsraîlê berfirehkirina operasyona xwe ya bejayî li dijî eniyên sereke yên Hemasê li Şerîda Xezayê didomînin.”
Hagarî herwiha got ku li ku derê Hemasê hebe, ew ê êrîşî wir bikin.
Artêşa Îsraîlê eşkere kir, ew ê weke bakurê Xezzeyê bi tundî li başûrê Xezzeyê jî bixin û banga valakirina wê herêmê kir.
Li gorî çavkaniyên herêmê piştî hişyariya Îsraîlê, xelkê herêmê dest bi valakirina cih û warên xwe kiriye.
Artêşa Îsraîlê roja Yekşemê 3yê Kanûnê ragihandibû ku ji destpêka şer heta niha wan nêzî 10 hezar êrîşên asmanî li ser Xezzeyê pêk anîne.