TR KU SO
FB X
Cîhan

Îtalya: Em bûyera li Polonyayê, disopînin

Ruken güler
Nivîskar
📅 16 mijdar 2022 20:30

PeyamaKurd- Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani, li ser êrîşa moşekî ya li dijî Polonyayê, piştgiriya welatê xwe ragihand. Wezîr Antonio Tajani ragihand ku ew şopdarên bûyerê ne.

Antonio Tajani, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî, piştgiriya Îtalyayê ya ji bo Polonyayê ragihad. Wezîrê Îtalî di peyama xwe de got,

“Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê, pêşveçûnên li Polonyayê, ji nêz ve dişopîne. Wezareta Berevaniyê ya Îtalyayê, bi welatên Ewropayê û bi hevkarên NATOyê re di nav dan û stendinên dewamî de ne. Ez ji bo malbatên qurbaniyan, sersaxiyê dixwazim û ez nêzî xelkê Polonyayê me.”

Duh êrîşeke moşekî li gundê Przewodowê yê Polonyayê ku nêzîkî sînorê Ukraynayê ye, hatibû kirin û di encamê de 2 kesan can dabû.

Parve bike: