TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji ber ‘Bahoza Sedsalê’ bi dehan kes mirin û birîndar bûn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 29 mijdar 2023 00:06

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji ber ba û bahoza ku ji aliyê Rûsyayê ve weke 'Bahoza Sedsalê' hatiye binavkirin, bandoreke dijwar li Rûsya û Ûkraynayê çêbûye û tenê li Ûkraynayê 10 kes mirine û 23 kes jî birîndar bûne.

Li gorî ragihandina rayedarên rûsî, ji roja Yekşemê ve bahoza mezin li herêmên Odessa, Mîkolayîv, Harkîv û Kîevê dewam bandorê dike.

Hate eşkere kirin ku heta êvara Duşemê li Ûkraynayê 5, li Rûsya, Kirim û Moldovayê jî 8 kesan jiyana xwe ji dest daye, li Ûkraynayê 10 kes mirine û 23 kes jî birîndar bûne.

Parve bike: