Cîhan
Ji ber hewa gemarî dibistan hatin tatîlkirin
PeyamaKurd- Çend roje bi sedema hewa Îranê bi taybetî ya Tehranê ku nepaqije û xelk nikare nefesê bistîne, behsa hewayê ketiye ser çapemeniyê. Bi sedema hewayê dewletê li Tehranê bo sibê dibistanên seretayî û navendî tatîl kir. Ragihandina tatîlkirina dibistanan ji aliyê parêzgerê Tehranê ji aliyê Mûhsînî Bendpey de hat kirin.
Bendpey di axaftina xwe de got ku li 10 deverên Tehranê qemariya hewayê ji 150 mikrogram/m3 ê derbas bûye.