TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji bo mudaxeleya Sûriyê Elmanya biryara xwe da!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 12 îlon 2018 15:56

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heiko Maas di derbarê mudaxeleya Şamê de daxuyaniyek da û got ku bi îhtîmaleke mezin Elmanya beşdarî mudaxeleya Sûriyê bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heiko Maas got ku heke Rejîma Sûriyê li dijî sivîlan, çekên kîmyewî bi kar bîne, wî wextî em ê li gorî makezagonê û qanûnên navnetewî biryarekê bidin.

Ji xeynî vê jî, roja duşemê parlamentoya Elmanyayê li ser rewşa Sûriyê raporek amade kiribû û gotibû ku heke Artêşa Elmanyayê beşdarî mudaxeleyeke muxtemel bibe, ev li dijî qanûnên Elmanyayê ne.

Parve bike: