TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Erdogan û Pasînyan pêwendiya telefonî bo Cejna Qurbanê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 28 hezîran 2023 23:02

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan bi minasebeta Cejna Qurbanê îro 28ê Hezîranê pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê eşkere kir, di pêwendiya telefonî de, Paşînyan Cejna Qurbanê li gelê Tirkiyeyê pîroz kiriye û Erdogan jî hêvîya ku Cejn bi xwe re ji bo hemû mirovahiyê aştî, hizûr û bereketê bîne pîroz kiriye.

Herwiha hate diyarkirin ku di pêwendiyê de têkiliyên dualî û pêwîstiya temamkirina proseya normalbûna navbera Tirkiye-Ermenistanê hatiye axaftin û gavên ku dahatuyê bên avêtin hatine gotûbêjkirin.

Parve bike: