TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji mirovên xwe aciz bû û agir bera 6 xaniyên wan da

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 07 adar 2021 05:03

PeyamaKurd – Li bajarê Aydin ê li navçeya Efeler ê li taxa Köprülü-Veysipaşa kesekî bi navê Y.Y.agir bi 6 xaniyên mirovên xwe xist. Tîmên agirvemirandinê çûn ciyê bûyerê lê ew kes tiştnan avête tîmên agirkujê û nehişt agir vemirînin. Lê ji 6 xaniyan 5 ji wan bûn ku nayên bikaranîn. Wexta polîs hat ew kes reviya. Lê xwediyên xaniyan mijarê weha ragihandin:

“Ew berê jî agir berdabû xaniyên me. Ev edaleteka çawaye? Me giliyê wî kir lê ew berya me berdan û çû. Em bo dozger û dadgeran çi bêjin ku kesên weha nagrin.”

Xwediyên xaniyan gotin ku ew di zeviyên pembûyan de xebitîne û wan xaniyên xwe bi wan pereyan bi zahmetî ava kirine.

Polîs li kesê bi navê A.A. yê digere da ew bigre.

Parve bike: