TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Rûsyayê daxuyaniya dijî êrîsên Îsraîlê: Metirsîdar e…

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 adar 2020 23:40

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaharova, rexne li êrîşên hêzên Îsraîlê bi ser Sûriyê de girt û got: "Berdewamkirina topbarana asmanî li djî axa Sûriyê ya Îsraîlê û binpêkirina serdestiya dewletên Ereb ên cîran cihê metirsiyan e."

Zaharovayê herwiha da zanîn ku di encama êrîşa dawî ya balafirên Îsraîlê ya 5ê Adarê de, ji asîmana Lubnanê leşkerekî Sûriyê hate kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Rayedara Rûsî got: “Em bawer dikin ku ev kiryarên tund ewlehiya herêmî qels dike û asta aloziyê mezin dike.”

Îsraîl bi sedema hebûna hêzên Îranê gelek caran êrîşan dibe ser bingehên leşkerî li Sûriyê.

Parve bike: