TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji sedî 91ê gelê Tûnûsê neçû ser sindoqên hilbijartinê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 berfanbar 2022 15:30

PeyamaKurd – Di hilbijartinên welatê Tûnûsê de, gel hilbijartin protesto kir û li gorî amarên fermî tenê ji sedî 8,8ê hilbijêran dengê xwe dane.

Piştî hilbijartinên doh 17ê Kanûnê Desteya Serbixwe ya Hilbijartinên Tûnûsê ragihandiye ku li gorê amarên nefermî tenê ji sedî 8,8ê dengdêran çûne ser sindoqan.

Hilbijartinên pêşwext ên Tûnûsê piştî vekişîna baweriyê ya bo serokomar Qeys Seîd hatibûn lidarxistin ku 161 kursiyên parlamentoyê jî têne hilbijartin.

Beriya hilbijartina, blokên herî mezin ên siyasî û gelek partiyan biryara boykotkirina hilbijartinan dabûn.

Parve bike: