TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Trump hişyariya Îranê: Hûnê di nav 10 rojan hîn bibin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 19 sibat 2026 23:01

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, di civîna yekem a Desteya Aştiyê ya Xezeyê de daxuyaniyên girîng dan û bal kişand ser pêwendiyên bi Îranê re û hişyarî da.

Trump diyar kir, dibe ku ew gaveke din bi pêş de bavêjin an jî peymanekê pêk bînin û diyar kir: "Dibe ku di nav 10 rojên pêş de hûn encama vê hîn bibin."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku heya niha wan heşt şer bi dawî kirine û bawer dike yê nehemîn jî di rê de ye.

Herwiha Trump di berdewama axaftina xwe de peyamên tund da rejîma Tehranê û dubare kir ku nabe Îran bibe xwediyê çekên nukleerî û wî ev mijar bi awayekî zelal ji rayedarên Îranê re ragihandiye.

Trump got: "Hin karên me yên ku divê em bi Îranê re bikin hene. Divê em peymaneke watedar bikin, nexwe dê tiştên xirab biqewimin."

Parve bike: