TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji Yekîtiya Awrûpayê hisyariya “ser”

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 18 hezîran 2019 01:21

PeyamaKurd- Temsîlkara bilind ya Yekîtiya Awrûpayê ya ji karên derve û siyaseta ewlekariyê berpirs Federica Mogherini, piştî ji civîna Luksemburgê ya konseya karen derve derket, li ser pirsa miqdarê ûranyuma dewlemend ya ku Îran hildiberîne, bo çapemeniyê weha ragihand:

“ Armanca me ew e ku Îran bi temamî li pey peymanê here. Temamê welatên endam, di Kendavê de, divê ji gengeşeyên leşkerî xwe dûr bixin. Eger na, difikrim ku wezîyet zahf ciddiye.”

Li ser mijara miqdarê hilberîna ûranyûmê  Mogherini got ku ew ne li gor şiroveyan lê li gor raporên Rêxistina Navdewletî ya Enerjiya Atomê ( IAEA) diçin.

Mogherini, got ku Îran li gor peymanê dimeşe û raporên IAEA yê jî wisa nîşan didin.

Parve bike: