Cîhan
Jimara kustiyên Myanmarê deket 100 kesan
PeyamaKurd – Piştî derbeya leşkerî ya li welatê Myanmarê ku temamê sîvîlan girtin û wan kirin zîdanan, xwepêşandêr ranewestiyan û her roj li dijî cûnta leşkerî xwepêşandanan kirin. Portala Nûçeyan ya Myanmar Now News ê ragihand ku bi berdana sîlihên hêzên asayîşa welat, heya niha100 kes hatine kuştin.
Lİ Myanmarê her weha bi sîlihan li sefareta Amerîkayê ya li bajarê Yanyon ê li beşa Navenda Çanda Amerîkayê xistine lê kes birîndar nebûye.
Piştî derba leşkerî serokê Amerîkayê Joe Biden dorpêçê danîbû ser rêvebiriya Myanmarê.