Josep Borrell: Bêîstiqrariya li herêmê, dê zêde bibe
PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, di derbarê derbeya li Gabonê de daxuyanî da.
Josep Borrell, li ber deriyê Civîna Nefermî ya Wezîrên Parastinê yên Yekîtiya Ewropayê ku li Toledo ya Spanyayê hat lidarxistin, daxuyanî da çapemeniyê.
Borrell, di derbarê derbeya leşkerî ya li Gabonê çêbû de axivî û got,
"Nûçeyên ji herêmê tên tevlihev in. Min îro sibehê ev nûçe bihîst. Hîn zû ye ku em daxuyaniyeke fermî bidin. Lê heger ev nûçe bê piştrastkirin, dê bêîstîkrariya li tevahiya herêmê zêde bike."
Borrell diyar kir ku dê di civînê de bûyerên Gabonê jî bên gotûbêjkirin û got, ew ê ji niha ve encamên destwerdana leşkerî ya li Nîjerê gotûbêj bikin û piştî geşedanên li Gabonê, bêîstîqrariya li Afrîkayê bi berfirehî dikare were gotûbêjkirin.
Her wiha Borrell destnîşan kir ku qebûlkirina çarçoveyeke qanûnî ya ji bo Yekîtiya Ewropî ya ji bo sepandina toleyên aborî li ser rêveberiya leşkerî ya li Nîjerê, dikare ji aliyê Wezîrên Parastinê yên Yekîtiya Ewropî ve di civîna li Toledoyê de were pêşniyazkirin.