TR KU SO
FB X
Cîhan

Kabûga li Fransayê hat girtin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 16 gulan 2020 20:36

PeyamaKurd- Dadgeha Navdewletî ya Cezayê bi sedema komkujiya li Rûandayê Felicien Kabûga berpirs girtibû. Li Rûnadayê bi sed hezaran kes hatibûn kuştin. Kabûga li Parîsê xwe vedişart û niha li Parîsê ji aliyê dozgeriya Parîsê de hat girtin. Dozgeriya Parîsê Kabûga yê 84 salî li banliyo ya bi navê Asnieres-Sur-Seine, bi nasnameya sexte, li malê  girtiye.

25 sale ku herkes li Kabûga digere lê bi operasyona cendirmeyên ku li dijî sûcên mirovî têdikoşin hat girtin. Piştî ewraqên Kabûga li dadgeha temyîzê ya Parîsê temam bibin, wê wî teslîmê dadgeha cezayê navdewletî ya bo Rûndayê ku di bin sîwana Neteweyên Hevgirtî de kar dike, bikin.

Li Rûandayê di sala 1994an de,dewlet Hûtûyan ji xistina balafira serokkomarê dewra wê demê ku serokkomar Habyarîmana bû, berpirs girtibûn û dewletê şerekî ku 100 roj dewam kiribû li dijî Hûtûyan dabû destpêkirin. Komkujiya Hûtûyan hatibû kirin û herî kêm 800 hezar Hûtû hatibûn kuştin.

Parve bike: