TR KU SO
FB X
Cîhan

Kalin bo operasyona ser Rojava: Em ji xwe li Sûriyê ne û tezkere jî hatiye nûkirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 mijdar 2021 00:22

PeyamaKurd – Berdevkê Serokomariya Tirkiyî Îbrahîm Kalin bersiv da pirsên veguhestina S-400an bo baregeha Încîrlîkê û operasyoneke muhtemel a ser Rojavayê Kurdistanê.

Kalin ji bo operasyona ser Rojavayê Kurdistanê got, “Em niha ji xwe li Sûriyê li qadê ne. Tezkere hat nûkirin. Dema pêdivî çêbû wê Hêzên Çekdarên Tirkiyê (TSK) hesabê wî bike.”^

Li ser îdiayên veguhestina S-400ên rûsî bo baregeha Încîrlîk a NATOyê ya li bajarê Edeneyê jî Îbrahîm Kalin got ku ew îdia nerast in û dixwazin bi nûçeyên derew rojevê biguherînin.

Herwiha Kalin diyar kir ku Tirkiye dixwaze careke din vegere bernameya balafirên F-35 ku Amerîkayê piştî kirîna S-400ên rûsî ew jê derxistibû û got, heke çareser nebe jî dikarin dayîna F-16an telafî bikin.

Parve bike: