TR KU SO
FB X
Cîhan

Kamyona kevir barkirî li erebeyên din xist: 7 kes mirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2022 04:20

PeyamaKurd – Li Lubnanê kamyona ku ji 40 tonê zêdetir kevir barkiribû, li çend erebeyan xist û ji heman malbatê 7 kes jiyana xwe ji dest dan. Ajotvanê kamyonê jî birîndar bû.

Qeza li bajarê Arsalê çêbû û ji ber barê zêde, kamyon ji kontrola ajotvan derket. Rêvebir ragihandin ku qeza ji ber ariza di frênê de çêbûye û li ser qezayê polîs lêkolînê dike.

Parve bike: