TR KU SO
FB X
Cîhan

Kamyona koçberan qeza kir:19 mirî û 79 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 14 sibat 2018 22:53

Li welatê Lîbyayê kamyona ku 300 koçberên qaçax tê de bûn qeza kir û di encamê de 19 kes mirin û 79 kes jî birîndar bûn.

Qeza li Lîbyayê li bajarê Benî Welîdê çêbû. Di kamyonê de koçberên ji Somaliyê û Erîtreyê hebûn.

Koçberên ku birîndar bûn, piraniya wan li erdê hatin tedawîkirin ji ber li nexweşxanê cî nemabû.

Parve bike: