Cîhan
Keça Kurd serdana Serokkomarê Fransayê kir
PeyamaKurd – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elysee pêşwazî li xwedan xelata Nobel a aştiyê Nadya Mûrad kir.
Nadya Mûrad, xwedana xelata Nobel ya aştiyê û qasidê Neteweyên Yekbûyî ji bo pirsa bazirganiya bi mirovan, piştî civîna li gel Serokkomarê Frensayê ragihand ku wê tekezî li ser dadgehkirina tawanbarên DAIŞê kiriye.
Nadya Mûrad tekez kir ku qurbaniyên rizgarbûyên destê DAIŞê di rewşeke xerab de dijîn û got pêwîst e daxwazên wan werin bicih kirin.
Nadya Mûrad destpêka vê mehê ji aliyê Komîteya Nobel a Aştiyê ve, wekî Xelatgîr a Aştiyê ya Nobelê hatibû destnîşankirin.