Kestiya ku Tirkiye ji bo Pakistanê çêkir daxistin ser deryayê
PeyamaKurd – Tirkiye û Pakistan di sala 2018an de di navbera xwe de peyman çêkiribûn. Li gor peymanê; 4 keştiyên ku sinifa wan MİLGEM e wê ji aliyê Tirkiyê de bihata çêkirin. Li gor peymanê wê 2 keştî li Îstenbolê û 2 keştî li payîtexta Pakistanê li Qereçiyê bihatina çêkirin. Bi hilberîna 4 keştiyan wê hêzên deryayê yên Paklistanê xwurt bike û di Derya Hindê de asayîşê bêhtir zêde bike.
Ji bo keştiya sêyema ya Pakistanê daxînin ser deryayê û keştiyê teslîmê Pakistanê bikin, serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf çû Tirkiyê û bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tatip Erdoğan re bi merasimekî fermî keştiyê daxistin ser deryayê. Daxistina keştiya sinifa MİLGEM ê ya sêyem ya bi navê PNS Khaibar, li Tersxana îstenbolê daxistin ser deryayê.
Her dû lîder ji bo hilberîna keştiyê sipasiya endazyar û xebatkarên ku keda wan di çêkirina keştiyê de hebûn, kirin.