TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiya penaberan xerq bû: “Mirî bû birîndar hene!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2018 13:42

PeyamaKurd- Li Tirkiyê li navçeya Muglayê ya bi navê Bodrumê keştiyeke penaberan xerq bû. Di encamê de 2 zarok xeniqîn.

Keştiya penaberan ji Bodrumê ber bi girava Yunanê ya bi navê Îstankoyê ve bi rê ket. Lê belê keştî 50 metreyî nêzîkî keviyê, xerq bû.

Li gorî agahiyan di keştiyê de 30 penaber hebûn. Gelek penaber derketine bejê. 5 birîndar ji aliyê welatiyan û polîsan ve hatin rakirinî nexweşxaneyan. Ji van  birîndaran 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Parve bike: