TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiya rêwiyan û tekne lihev ketin û 21 kes mirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 28 tebax 2021 04:09

PeyamaKurd – Li Bangladeşê ji payîtex Dakkayê 109 km dûr, li devera rojhilat li Brahmanbariayê keştiyekî rêwiyan û tekneyekî lihev ketin. Di encamê de 21 kes mirin. Li gor ragihandina rêvebiran; di keştiyê de 100 rêwî zêde hebûn û di tekneyê de qûm hebûye.

Di nav miriyan de 9 ji wan jin, 2 zarok, bi temamî 21 kes mirine. Rêvebir dibêjin dibe jimara miriyan zêde bibe ji ber ji 50 kesan zêdetir wendayî hene. Berdevkê îtfaiyê Taufiqul gotiye ku li deverê tîmên noqavê li wendayiyan digerin.

Li Bangladeşê di meha nîsan û gulanê de, di 2 qezayên keştiyan de 64 kes miribûn.

Parve bike: